Şîret û piştgirî ji bo zarokên 7–20 salî
Dêûbavtî hem kêfxweşî hem jî dijwarî ye — çi zaroka te di salên pêşîn ên dibistana seretayî de be, çi jî li ber derbasbûna jiyana mezinan be.
Lênêrîna Vekirî Direkt axaftin, komên dêûbavan û agahiyan li ser pirsên gelemperî yên têkildarî pêşketin, tevger û rewşa jiyanê ya zarok û ciwanan pêşkêş dike.
Piştgirî van tiştan dihewîne: axaftin û dermankirina takekesî, piştgiriya tora malbatê, piştgiriya li malê, komên dêûbavan bi mijarên cuda yên wekî temenê xortaniyê, dînamîkên malbatê û malbatên bi jinbav an zirbav, şêwirmendiya malbatê di dijwariyên têkiliyan de, piştgirî di mijarên serperiştiya zarokan, cihê ku ew lê dijîn û hevdîtina bi dê an bavê wan re de, û malbata piştgiriyê û kesê piştgiriyê.
Hemû piştgirî bi dilxwazî û belaş in. Heke tu bixwazî, tu dikarî bênav bimînî.