Kesên nû hatine û yên li derveyî welat ji dayik bûne
Li vir em piştgiriyên ji bo kesên ku li derveyî welat ji dayik bûne an nû hatine şaredariyê kom dikin.
Li ser sigtuna.se tu dikarî agahiyan li ser van mijaran bibînî:
- Sfi – swêdî ji bo koçberan
- Dayikên taxê (stadsdelsmammor) – zanînê digihînin kesên ku li derveyî welat ji dayik bûne
- Xwişkên taxê (stadsdelssystrar) – piştgiriya te dikin da ku tu dest bi kar an xwendinê bikî
- Wergêr – mafê te heye ku di têkiliya bi me re wergêrekî te hebe
- Naskirina civakê (samhällsorientering) – kursek li ser civaka swêdî
Agahî li ser civaka swêdî
Informationsverige.se malperek e li ser civaka swêdî bi gelek zimanan. Li wir agahî û amûr hene ji bo kesên ku daxwaza penaberiyê kiriye an nû destûra rûniştinê wergirtiye.
Bi xêr hatî ku bi me re têkilî daynî
Tu her tim bi xêr hatî ku bi me re têkilî daynî. Em bi kêfxweşî te ber bi cihê rast ve rê dikin. Gelek karên xwe tu dikarî bi hêsanî bi rêya xizmetên me yên dîjîtal bi rê ve bibî – şev û roj.