Piştgirî û alîkarî ji bo birêvebirina hêrs û hewcedariya kontrolê
Ma zehmet e ku tu hêrsa xwe kontrol bikî? Ma te li malbata xwe an nêzîkên xwe xistiye an gef li wan xwariye, an tu hîs dikî ku xetera wê heye ku tu wiya bikî? Guhertin mimkun e û alîkarî heye.
Bi me re têkilî dayne heke tu
- di kontrolkirina hêrs, êrîşkarî û tevgerên xwe yên teqîner li hember derdora xwe de zehmetiyê dikişînî
- te di têkiliyeke nêzîk de cureyekî tundiyê bikar aniye û dixwazî alîkariyê bistînî da ku dev ji lêdan û gefxwarinê berdî
- te tundî bikar neaniye lê bi fikar î ku rewşên bi nakokî yên li malê dê bibin sedema tundiyê
- bi fikar î ku zarokên we ji ber şerên li malê ne baş in.
Dema mirov têkilî datîne çi diqewime?
Kesê ku têkilî datîne alîkariyê werdigire da ku li ser rewşên ku dikarin bibin sedema tundiyê biaxive û wan bi hûrgilî destnîşan bike. Mafê te heye ku ji bo dermankirinê serlêdan bikî û wê demê tu alîkariyê werdigirî da ku çareseriyan bibînî ji bo guhertina tevgera xwe. Em di bin nepenîtiyê de dixebitin û erka me ya veşartina razan heye.
Ez dikarim çawa piştgiriyê bistînim?
Dema tu li me digerî, derfeta te heye ku tu li ser rewşa xwe bibêjî û rave bikî ka di çi mijarê de pêdiviya te bi alîkariyê heye. Ne pêwîst e ku tu bibêjî tu kî yî. Tu dikarî bi Yekîneya Pêşwaziyê re têkilî daynî an bi rêya e-xizmeta şaredariyê ji bo piştgiriyê serlêdan bikî.