Tundiya bi navê namûsê
Tundî û zordariya bi navê namûsê di gelek civakan de heye û dikare bi awayên cuda xuya bibe. Mafê kesî tune ye ku bi te re xerab tevbigere. Mafê te heye ku tu baş bî û heke pêwîst be li alîkariyê bigerî.
Tundî û zordariya bi navê namûsê tê çi wateyê?
Tundî û zordariya bi navê namûsê li ser wê daxwazê ye ku divê her kes di malbatê de hin qaîdeyan bişopîne da ku navûdeng û rûmeta malbatê, ango namûsa wê, xera nebe. Her kes, bêyî ku zayend an meyla zayendî girîng be, dikare rastî zordarî û tundiya bi navê namûsê bê. Heke tu qaîde û normên ku ji te tê hêvîkirin ku bişopînî bişkînî, dibe ku tu bikevî xeterê.
Tundî û zordariya bi navê namûsê dikare çawa xuya bibe?
Ma tu di rewşekê de dijî ku destûr nadin te ku tu bi xwe biryar bidî ka tu çi li xwe bikî û bi kê re hevdîtin bikî, bi kê re bizewicî, gelo tu dixwazî ji hevjînê xwe biqetî, an kîjan pîşeyê hilbijêrî? Carinan gotegotek li ser tiştekî ku dibe te gotibe an kiribe jî bes e ku tu bikevî xeterê. Yên ku kontrol dikin bi gelemperî çend endamên malbatê ne – hem jin hem jî mêr. Di rewşên giran de dibe ku tu rastî gefa tundiyê an tundiyê werî.
Hin kes bi taybetî di bin xetereyê de ne
Heke tu kesekî LGBTQ yî ku di bin normên namûsê de dijî, dibe ku tu bi taybetî di bin xetereyê de bî, ji ber ku tiştekî ji heteroseksualîteyê pê ve bi gelemperî nayê fikirandin. Heke kêmendamiyeke te hebe jî dibe ku tu bi taybetî di bin xetereyê de bî, ji ber ku girêdayîbûna te bi kes an kesên ku tundiyê dikin dikare mezin be û tundî dikare bi awayên din xuya bibe û dijwar be ku were dîtin.
Ez dikarim serî li ku bidim?
Heke tu rastî vê tê, girîng e ku tu bizanibî ku tu ne bi tenê yî. Em li vir in da ku şîret û piştgiriyê bidin te û piştrast dikin ku bi rêz û empatiyê pêşwaziya te tê kirin. Mafê te ye. Ji bo rêberiyê bi Yekîneya Pêşwaziyê re têkilî dayne. Heke tu heta 23 salî yî, tu dikarî bi navenda me ya tenduristiyê ya ciwanan re jî biaxivî.
Di rewşa xetereya lezgîn de, her tim li 112 bigere.