Tundî di têkiliya nêzîk de
Ma tu ji aliyê kesekî nêzîkî xwe ve rastî gef, heqaret, sînordarkirin an tundiya fizîkî tê? Dibe ku bi tena serê xwe derketina ji vê rewşê dijwar be. Em dikarin piştgiriya te bikin heke tu bi xwe rastî vê tê an heke tu guman dikî ku kesekî din zirarê dibîne.
Tundiya di têkiliyekê de dikare derûnî, fizîkî, aborî û zayendî be û dikare di her cure têkiliyê de çêbibe. Carinan hevjîn e ku tundiyê dike û carinan xizmên din in. Dibe ku zarok jî tundiyê li dêûbavên xwe bikin.
Dibe ku ev be ku kesek:
- Navên kirêt û xerab li te dike an jî tu dibihîzî ku tu xerab û acizker î.
- Te dehf dide, li te dixe, pehînan li te dixe an jî bi awayekî din zirarê dide te.
- Te kontrol dike û sînordar dike, te neçar dike ku tiştên ku tu naxwazî bikî.
- Te neçar dike ku tevger an şêwaza jiyana xwe biguherînî.
- Te neçar dike ku tiştekî zayendî bikî.
- Kontrola aboriya te digire destê xwe.
Ez dikarim çi piştgiriyê bistînim?
Li gorî hewcedariyê em piştgiriyê bi awayên cuda pêşkêş dikin. Wekî mînak:
- axaftinên piştgiriyê
- parastin û cihê mayînê yê demkî
- piştgirî di têkiliya bi saziyên din re, wekî polîs
- alîkariya aborî bi rêya alîkariya debarê.
Em li vir in ji bo te
Her kes dikare rastî tundiya di têkiliyên nêzîk de bê. Heke tu rastî vê tê, girîng e ku tu bizanibî ku tu ne bi tenê yî. Em li vir in da ku şîret û piştgiriyê bidin te û piştrast dikin ku bi rêz û empatiyê pêşwaziya te tê kirin. Heke zarokên te hebin, mafê wan jî heye ku piştgiriyê bistînin.
Di rewşa xetereya lezgîn de, her tim li 112 bigere.